Dema kû min bîhîst akademîkerên êzdiyan biryar girtine kû li ser rewşa êzdiyan dixwazin konferansekê li darbixin gelekî kêfamin hat kû êdî akademîkerên êzdiyan ji xewa şêrîn şiyarbûne û dixwazin jibo ol û civaka xwe konferansekê li darbixin!.
Jiber ev dora 40 saliye kû kurdên êzdî koçberî europa bûne,heta vêga bi rengekî rêxstinî ti alaqa akademîkerên êzdiyan jibo ol û civaka wan çênbûbû,herçiqas xeyala mine 30 salîbû kû ez di konferansekêde Profesor, Dr., Hakim, Parêzer, Rojnemevan, Siyasetmedar û ji hemû beşên dinê bi rengekî tahmûlkirî li cem hevûdinê bivînim!..
Jiber ejî ev zêdetirî 30 saliye kû li almaniya jiyana xwe berdewamdikim. Di nava vî zemanê dem dirêjde min hewldaye kû bi rengekî welatparêzî xizmeta civak û neteva xwe bikim. Ev dora 20 sala ye jî fermî bê navber dinava rêxstina êzdiyan de xizmeta ol,civak û netewa xwe dikim.
Divî zamanê dem dirêjde zahmetî, astengî û bêdengiya herî zêde me ji kesên kû navên wan li jorh buhirî dîtiye, dervayî henek kesayetên kû dinava rêxstinê êzdiyan de ciyê xwe di girtin. Ti hewldanên poztîf çêndibûn, berovacî ked û xizmeta rêxstinên êzdiyan piçûk dihate dîtin!..
Tevî vê rewşa negatîf ya piraniya akademîkerên êzdiyan jî,herçiqas dereng ji xew şiyarbûbin jî, her gav avîtinek pêşketinekê bi xwere tîne, lê kû qabahet ji sûc girantir be,wê çaxê ne mûmkûne kû konferansê wusa serkeftî derbas bivin!?..
Mixabin komîta amadekar ya konferansa akademîkerên êzdiyan, raya meclisa rûhanî ya êzdiyan cidî (girîng) negirtiye!? Jiber gelek sebeba nikarbûn Mîr Tahsim Beg qayîlbikin kû tevlî konferansê bive!?.Mal û komelê kû ev dora 30 saliye xizmetê dikin, ji wanre qet hurmet nehatiye nişandan û fermî nehatine dawetkirin!?.Pîskolojiya civaka êzdî û xetên sor ê hasasyetên êzdiyan jiber henek xalên konferansê berçav nehatine girtin!?..
Dema kû ez ketim rê jibo kû ez tevlî konferansê bivim.Min ji tecrûbê xweyî 30 salî ders deranî û ez fikirîm kû ev konferans ê ne zêde serkeftîbe,lê ez fikirîm tevlîbûn ji ne tevlîbûnê ê baştir be,herçiqas min xwe îkna nekirjî kû çima em fermî nehatine dawetkirinjî,jibo kû ez rastiya xeyala xwe bivînim,jibo ez karibim fikirê xwe parvekim.Herçiqas ez fikirîm kû ev konferans perçebûnekê li ser perçebûnê êzdiyan zêdebike jî,anjî rêxstineke dinê ê li rêxstinê êzdiyan zêdebive, tevî vê rewş ji min biryar da û ez tevlî konferansa akademîkerên êzdiyan li Bilefeld bûm..
KONFERANS
Jiber pirsgirêkek teknîkî ez çend deqa dereng derbasî salonê bû, lê jibo despêkê agahiyê kû min girtin konferansê beyî Sirûda Şerfedîn, anjî Ey Raqîb, anjî normal bîranî qet pêknehatiye, jibo konferansek wusa kû gelek akademikerên êzdiyan amadebûn rêzgirtin jibo cangoriyê êzdiyan û şehîdên tekoşîna kurdîstanê neyê girtin jibo komîta amadekar ne ciyê rêzê ye!?.
Pêşkêşvanekê kû agahiyê kû ser rojevê dide,vekirî dibêje ev konferans ne girêdayî ti partiyê siyasiye! Nizam çima hewcebûn bi vê gotinê hate dîtin!?. Lê hem kesên di komîta amadekar de, kesên semînervan û piranîya hemû beşdara an bi partiyê siyasî ve girêdayî bûn anjî nêzî
wanbûn ! Peshîgot dibêjê: Gûndê xuya ne hewceyî rêbera ye! Li gorîmin ev yek ne kêmansîne pêşketinin. Lê çima ev hasesiyet?.
Jiber gelek kesan rojev û xalên konferansê şîrovekirine, ez naxwazim dubare şîrovebikim. Despêkê şaredarê Bilefeldê peyama xwe jibo konferansê da, diviyabû kû Mir Tahsîm Beg jî peyama xwe bidana, lê jiber gelek hasasyetê kû min li jor anîne ziman tevlî konferansê nebuye!.
Xala 1. Rewşa êzdiyan li diyaspora
Modarator Îbrahîm Kus
Prof. Dr. Îlhan Kizilhan, berfire ser rewşa koçberiya êzdiya rawestiya, bahsa gelek zahmetî, astengî û buyerên tirajedîk kû hatine serê êzdiyan kir. Kizlhan rexine li rêxstinê êzdiyan girt.Got kû di rêvebiriya wande kesên kû wan birêv dibin ne êzdî hene, herwusa balkişand ser pêşketinê sedsala dawî kû bavê wî qet nexwandiye û ew Profesore, jibo çareseriyê jî bilêvkir kû rastiyê berî 500 salî li gorî dema îro şaş bin em nikarin bi van şaşiya berdewam bikin!.
Jiber rexina ser rêxstinê êzdiyan, min pirsî kû çima hewcebûn di vê konferansê de dibîne kû van sucdariya bike? Tevî kû rêxstinê êzdiyan nehatine dawetkirin. Herwusa jibo parastina rastiyê êzdiyan û şaşiyê îro kû em hasasyetê olî, civakî û netewî berçav negirin. Wê guhartin gelekî zor be!?..
Dr. Şefîk Tagay:Rewşa êzdiyên almaniya
Tevî nîrxandinê kû di aliyê hejmara êzdiyan û îstastîkên bi sinorjî bi kêmasîbûn, lê nîrxandi û îstastîka herî balkêş, ji 70% êzdiyê li almaniya li gorî henek herêma bi sed û heda xweve girêdayîne !. Li gorî dîtina min heger îstastîkek rast were lêkolînkirin.Ev rêje hêjî bilintir be..
Dr. Memo Otman: pirsgirêkên êzdiyan û çareserî
Berfire basa rewşa êzdiyan gîhîştî kir. Ser pirsgirêkên xwe kûştinê rawestiya, got kûştin di ola êzdiyan de gunehe, daxwazkir kû heyeta ruhanî bê nujenkiri û demokratîkirin. Herwusa balkişand ser xwerêxstinkirina êzdiyan. Ev dîtin piraniya wan rastin lê divê kû zemî û îmkan werin çêkirin.Jibo ev çareserî pêkwerin!?..
Serhat Ortac (Mafnas)
Di axaftina xwede zaftir ser meselên huquqî sekinî û daxwazkir kû kurdê êzdî li gorî kanûn û makezagonê almaniya tevbigerin!. Min ji birêz Ortac pirisî ? Ma gelo almaniya li gorî makezagona xwe nêzî kurdê êzdî dibe? An li gorî berjewendiyê xweyî polîtîk?..Mixabin min bersifeke erênî ne girt !?.
ÊZDÎ Û PIRSA ÎNTEGREKIRINÊ
Modarator Şehmus Akcay
Ser vê mijarê siyasetmedar Alî Atalan, rojnemevan Düzen Tekkal, parêzer Ayhan Saçik û dadwer Lokman Ördek dîtinê xwe anîn ziman, hemû semînrvanan bi rengekî normal bahsa întegrekirina êzdiyan û pirsgirêkên pêşiya nujeniyê kirin, mînak jibo perwerda xwe dan,bi taybetî Düzen Tekkal spasiya malbata xwe kir kû wek qîzeke êzdî wê azad berdane û ewêjî bawerî daye malbata xwe heta îro gîhîştiye vê astê!..Kêmansiya vê panelê ewbû kû mijar li ser întegrasiyonê bû, lê mixabin mêvanên biyanî hinge tiliyê desta tinebûn!
ÊZDÎ Û REFORM
Modartor Şherif Şhexanî
Li ser vê mijara gelekî hasas jî Alya Bayazîd (Parêzer) ser mîtolojiya êzdiyan rawestiya, Sivo Qewal Suleyman (nivîskar) rewşa saziya olî ya êzdiyan do û iro nîrxand, Dr.Saeed Khudeida Alo (Mamostê Dîrokê) Ser fermanên êzdiyan semîneran xwe pêşkêşkir. Bedel Feqir Hacî (Nivîskar) Ewîjî ser reform û çareseriyê şîrovê xwe pêkanîn!.
3 semînervanê despêkê gelek tiştê di dîrokêde qewimîne û bi rastiya êzdiya ve girêdayî bi rengekî minak û berfire anîn ziman. Lê mijara herî kû zêde alozî, zahmetî û tevlîhevbûn çêkir ya kek Bedel bû, jiber ev mijar li ba êzdiyan gelekî hasas û wek xetên sore!.Berî dîtina heyeta ruhanî were girtin, berî raya Reysê mecilsa êzdîyan were niqaşkirin, beyî kû mirov zemîn, bingeh û pîskolojiya kurdên êzdî baş amadebike niqaşkirin û çareseriya vê mijarê gelekî bi zahmet û zore!
Sucê kek Bedel û komîta amadekar ewe kû ev hasasyetê êzdiyan ê sed û hedê berçav negirtine!..Riya 7 kû tê bahskirin wek çareseriyê qet ne çareseriye, jiber ev bi dehên sala ev mînak li bajarekî rojavayê kurdîstanê tê pêkanîn û wek mînakên li perçê din û diyaspora jî hatine cerbandin!.Lê bi ti haweyî ne heyeta ruhanû, ne reysê meclisa êzdiyan Mîr Tahsîn Beg, nejî piraniya civaka êzdî û mal, komel, saziyê êzdiyan van nîrxandin û xwedê giravî çareseriya qebûlnakin!.
Piştî niqaşkirina van hasesyeta û rexinê li kek Bedel hatine girtin li gorî ez agehdar bûm, poşmaniya xwe aniye ziman û gelekî xemgîn bûye!.Lê dîsajî ez wek pismamekî kek Bedel daxwazdikim kû berpirsiyariya xwe fermî pêwistiya wê çibe weyne cî.
ROLA JINÊ DI ÊZDATIYÊ DE
MODARATOR Aysel Avesta
Sundus Salim Elnecar (Nîvskar), Batool Schekh Kalo (Parêzer), Lunî Kartal (Şêwermend), Leyla Boran (Parêzer). Hemû semînervanan bi piranî ser azadiya jinê, mafên jinê û xwe rêxstinkirina jinê rawestiyan, jibo paşeroja jinê gelek pêşniyazê girîng hatin gûftûgokirin. Di salonê de tirsa jina ser mêra hakîm bû.
ÊZÎDIYATÎ: DÎROK, MÎTOLOJÎ Û BAWERÎ
Modartor Shivan Shekh Alo
Dr.Khalil Cindî Raşcho (nivîskar), Dr.Eskere Boyîk (nivîskar), Dr.Adnan Zeyan Farhan (Mamosteyê Dîrokê). Ev paneljî dervayî henek dîtinê Dr.Khalîl Cîndî di derheqê dîroka êzdiyê kavkasiya û dîroka êzdiyan gîhîştîde gelek agahiyê balkêş hatin parvekirin.
Piştî semînerê min çend pirs ji panalîsta pirsîn? Ji Dr.Esker leystika Yahova ser êzdiyan û polîtîkayê durxstina êzdiyan ji kurdîtiyê? Ji Dr.Khalil kurdîstan azade, çima êzdî ne azadin? Çima wezîrê êzdiyan nehate pejrandin? Ê kengê rewşa êzdiyê were parastin? Jibo Dr.Adnan çima pirsgirêka xundkarê êzdî ê Zankoya Dohokê nayê çareserkirin? Mixabin jiber pirsgirêka zeman min bersifa pîrsên xwe ne girt.
REWŞA ÊZIDIYAN LI ÎRAQÊ:ÊZDÎ DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE
Modarator Hoşheng Broka
Waad Hamad Matto (Siyasetmedar), Îdo Babeshekh (Parezer), Kahairî Elias Alî ( Nivîskar) Saib Khidir Naif (Mafnas), Dr.Mîrza Dinayî ( Doktor): Ev panel bi tamamî siyasî bû û paneleke gelekî bi qerabalixbû, semînervana bi gîhîştî rewşa êzdiyên Îraqê, ya huqûqî, siyasî, olî û civakî berfire nîrxandin.
Mijara herî balkêş ya kek Waad Hamad Matto bû! Kû teza xwe bi tamamî îdadikir kû êzdî ne kurdin!.Zimanê wan cudeye, ala wan cudeye, bi belga jî dixwast îspat bike!.Herçiqas modartorê panelê gelek cara dubaredikir kû herkes di ramana xwede azade û herkes kare fikira xwe azad bêje, lê ne tahmûlkirina panalîsta, beşdara, berpirsiyarê teknîk û mêvan jibona ala ê û belgê kû dixwast bi bîma bide nîşandan! Wek mînaka gayê îspaniya kû çav paçê sor diketin. Ne razîbûna xwe anîne ziman û nehîştin were nîşandan!. Ez bi tamamî li dijî teza panelîst bûm, lê madem we wî ji şengalê heta vir dawetkiribû diviyabû we ji dîtinê wîre tahmulbikira!..
Herwusa kêmansiya panelê kû tenê rewşa êzdiyê başûr hate nîrxandin. Dervayî modartor tenê siyasetmedarê başûr semîner pêşkêşkirin. Jiber vê yekêjî ne paneleke demokratîkbû!.
Piştî gengeşî û nîrxandina min çend pirs pirsîn? Jibo Saib Khidir, çima parêzer di dadgehê kurdistanê de şahdetiya êzdiyan neyê qebûlkirin? Jibo Khairi Elias Ali: Heta kengê jibo parastina şengalê lêviya mada 140 bin? Çima li kurdîstanê ji karkerê êzdîre astengî derdikevin? Çima em li kurdîstanê êzdiyê rebenin û ne ê resenin?.Jibo Îdo Baeshekh: Çima mafên êzdiyan hinge ê xirstiyana û turkmena tine? 6 wekîlê êzdî li parlemena Bexdayê koltix û çentê wan heye an na?..
Jibo Dr.Mîrza: We çima nikarbû şêwrdariya Mam Celal ya kar û barên êzdiyan berdewambikin? Dervayî bersifa pirsa şahdetiyê jibo pirsê dinê min ti bersifên erênî ne girtin!?..JI xwe navê mijarê serbû siyasî bû û siyasî jî derbasbû!....
ÊZDÎ Û MEDYA
Modartor Hasun Cehwer
Bira panelîst bibûhirin. Jiber sebebek lezgînî min nikarbû kû panelê bi şopînim, lê min bi riya telfonê agahî girtin.Tevî kû çend tv, malper û rojnemevan amadebûnjî lê piraniya çapemeniya kurdî ne amadebû, piraniya rojnemevan û kesên êzdî bi medya û teknolojiyêre alaqedar ne hatibûn dawetkirin! Ê amadejî bernamê wanî pilankirî hebûn!..
ENCAM
Negatîf
Tevî hemû şaşî û kêmansiya jî divê mirov poztîf û negatîf li vê konferansê binêre. Milê negatîf, diviya bû kû heyeta ruhanî muhatab bi hata girtin. Pêwîstbû dîtinê Mîr Tahsim Beg bi erênî bihatina qebûlkirin. Girîngbî mal, komel, saziyê êzdiyan tecrûba wan bi hata parvekirin û fermî wek mijarekê bihatina nîrxandin. Tabilê hasasyetê civakê û pîskolojiya wane jibo sed û hedê cidî bihata girtin. Dervayî henek mal û komelê kû daxuyaniyek belakirine, bêdengiya berpirsiyarê êzdiyan, siyasetmedar û kesên alaqedar li heberî rêwşên negatîf min qet famnekir.
Hewcebû kû îlmdar, hunermend û hemû kesên pispor ê êzdî kû ked û fedekarî diber ol û civaka xwede dabûn bê firq û mêl bihatina dawetkirin. Jiber van sedeman jî me wek mal û komelê di heman rojêde li mala êzdiyan Bielefeld civînek awarte pêkanîn û ev hasasiyet bi komîta rêvebir re parvekirin. Lê mixabin em cîdî nehatin girtin. Hêvîdarim kû tirsamine zêdebûna perçebûneke dinê çênebe. Anjî nebe sebebê rêxstineke negatîf ya xwerêxstinkirina êzdiyan.
POZÎTÎF
Her despêkek kare bi şaşiya despêbike, lê mantiqê tahmûlkirinê kare baweriyê û cesaret bide pêşxistinê, divê konferansê de ciyê tahmûlê hebû, hem di milê siyasî de, hemjî di milê akdemîsiyena de, çiqas çavekî hene tv yê me girtîbejî, hindik bejî di milê çapemenî, rewşenbîrî û gelek beşên civakê ê dinde rewşên poztîf hebûn.
Divê komîta amadekar ji hemû mijara, guftûgoya, rexina, pirsa û encamnama konferansê bi aklekî selîm peyameke poztîf li gorî hasasyetê ol, civak û netewa gelê kurd bide dîrokê.
Ez çûme dîvan îlahî
Min li wur dît xweşî û şahî
Serê hertiştî tifaq û tevayî !!!
Silav û rêz
Nedîm